Norweçê piştî 5 salan ambargoya li ser Tirkiyeyê rakir

Hewlêr (Rûdaw) - Norweçê ambargoya hinartina kelûpelên parastinê ya li ser Tirkiyeyê rakir.

Di pêvajoya endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê de ev mijar jî yek ji daxwazên Tirkiyeyê bû.

Norweçê sala 2019an ji ber operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ambargoya hinartina kelûpelên parastinê danîbû ser Tirkiyeyê.

Wezareta Karên Derve ya Norweçê ragihand, ew ambargoya ku sala 2019an li ser Tirkiye hatiye danîn hat rakirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Norweçê de wiha hat gotin:

“Hinartina malzemeyên parastinê û kelûpelên pirmebest ên ku di qada leşkerî de tên bikaranîn ji Tirkiyeyê re asayî bûye.”