Wê vîdyoyê Hingariya tengav kir!

 

Almanya (Rûdaw) – Hikûmeta Hingariya (Mecaristan) ragihand, dest bi lêpirsîna li ser wan dîmenan kirine ku tê de polîsên wî welatî “bi awayekî nemirovane” nan bi ser koçberan de belav dikin.

Di heyama du-sê rojên borî de vîdyoyek li ser torrên civakî hatiye belavkirin ku tê gotin di nav kampeke koçberan a Hingariya de hatiye girtin.

Di wê vîdyoyê de ku bi veşartî hatiye girtin, tê dîtin ku derdora 150 koçber di nav avahiyeke mezin de ne û polîsên rûpêçayî yên Hingariya bi awayekî kirêt nav davêjin ber wan û ew jî li ser nan şer dikin û hevdû pal didin.

Piştî belavbûna wê vîdyoyê, Polîsê Hingariya ragihand, li ser wê bûyerê û dîmenan lêpirsîn daye destpêkirin.