Biden û Zelensky di lûtkeya NATOyê de dicivin

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragehind , ku di Lutkeya NATOyê de ku li Lîtwaniya birêve diçe dê Joe Biden û Volodymyr Zelensky bicivin û mijara alîkariyên Amerîka û hevpeymanan bo Ukraynayê ji bo demeke dirêj gotûbêj bikin.

Şêwirmendê Asayîşa Niştîmanî yê Koşka Sipî, Jack Sullivan diyar kir ku dê NATO rêyên endambûna di NATOyê de ji Ukraynayê re bide xuyakirin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ku welatê wî bi Rûsyayê re di nav şerekî giran de ye, duh gihîşti Vilnius a paytexta Lîtwanyayê daku beşdarî di lûtkeya NATOyê de bike.

Welatên NATOyê soza alîkariyên demdirêj dane Ukraynayê ji bo berevanîkirin û parastina xwe ji êrîşên Rûsyayê, lê li ser daxwaza wê ya endambûna di NATOyê de razî nebûne.

NATO dibêje, ew nikarin niha Ukraynayê weke endam qebûl bikin ji ber ku Kyiv niha bi Rûsyayê re di nav şer de ye.

Serokê Ukraynayê îro bi Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Jens Stoltenberg re hevdîtinek kir û di civînekê de mijara wergirtina Swêdê wek endam di NATOyê de gotûbêj kirin.

Ji bilî daxwazên ji bo şandina çekên giran û pêşkeftî, Ukrayna daxwaz ji Amerîka û welatên endam di NATO û Yekîtiya Ewropayê de dike, ku endamtiya wê qebûl bikin.