Welatekî Ewropî karsazê Kurd Sezgin Baran Korkmaz radestî Amerîkayê dike
Hewlêr (Rûdaw) - Karsaz Sezgin Baran Korkmaz ku bi sipîkirina pereyan tê tohmetbarkirin û li bajarê Wels ê Nemsayê girtî ye, roja 15ê Temuza 2022an bo Amerîkayê tê radestkirin.
Ji Ragihandina Dozgeriya Welsê, Dozger Silke Enzlmuller ji ajansa fermî ya Tirkiyê re axiviye û dibêje, Sezgin Baran Korkmaz destpêkê dê ji Welsê bo Viyenayê bê şandin û roja Înê 15ê Temûza 2022an jî dê radestî Amerîkayê bê kirin.
Sezgin Baran Korkmaz yek ji wan karsazan e ku li Tirkiyê bi tohmeta sipîkirina pereyan derbarê wî de biryara girtinê hatiye dayîn û dest bi ser mal û milkê wî de hatiye girtin.
Peywendiya Sezgin Baran Korkmaz ligel hejmareke berpirsên AK Partiyê hebû û çendîn wêneyên wî ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan jî hene.
Li Amerîkayê jî derbarê Korkmaz de, ji ber tawanên spîkirina pereyan û revandina bacê dozek hatibû tomarkirin. Di çarçoveya wê dozê de, Amerîkayê ji Nemsayê xwestibû ku Korkmaz bê girtin. Li ser daxwaza Amerîkayê Korkmaz di 19ê Hezîrana 2021ê de li Nemsayê hate girtin.
Dadgeha Welsê ya Nemsayê di 24ê Tebaxa 2021an de biryar dabû ku Sezgin Baran Baran Korkmaz, xwediyê Holdînga SBK ku bi sipîkirina 133 milyon dolarên Amerîkî tê tohmetbarkirin, radestî Tirkiyê bike.
Sezgîn Baran Korkmaz ji navçeya Digorê ya ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ve ye û Kurd e. Derbarê perwerdeya Korkmaz de ti agahî nînin, lê wek ew bi xwe dibêje, di 12-13 saliya xwe de diçe Stenbolê û demekê pêlavan boyax dike û herwiha li xwaringehan jî kar kiriye.
Tê gotin ku destpêkê bi kirîna kargeha zeyta motoran dest bi bazirganiyê kiriye, piştre SBK Holding damezrandiye û kar mezin kiriye.