DEM Partî diçe Ewropayê

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Alîkara Hevserokê Pêwendiyên Derve Ebru Gunay sibe diçin Almanyayê.

Ofîsa Ragihandinê ya DEM Partiyê da zanîn ku Tulay Hatimogullari û Ebru Gunay dê sibe herin Almanyayê û dê heta 15ê mehê li wê derê bin.

Li gorî daxuyaniyê, Tulay Hatimogullari û Ebru Gunay dê li Almanyayê bi “siyasetmedar û saziyên dost” re li ser rûdanên herêmî û cihanî hinek hevdîtinan bikin.

Li hêla din, parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Hakki Saruhan Oluç jî dê di navbera 12 û 15ê Gulanê de li Awisturyayê bin.