Neteweyên Yekbûyî kuştina sivîlan a li Sûriyeyê şermezar kir

12-03-2025
Sinan Tunçdemir
Nûnerê Çînê yê NYyê Fu Cong / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nûnerê Çînê yê NYyê Fu Cong / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûy Sûriye
A+ A-

New York (Rûdaw) - Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî piştî pevçûnên dawî yên li Sûriyeyê bi yek dengî kuştina sivîlan bi tundî şermezar kir û bangî rêveberiya demkî kir ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê biparêze.

Wekî ku tê zanîn di nav çend rojên dawî de li berava Sûriyeyê li hemberî Elewiyan tundiyên mezin hatin kirin û di encamê de ji yek hezarî zêdetir kes di nav de piranî sivîl hatin kuştin.

Ji ber vê yekê jî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî civîneke lezgîn pişt deriyê girtî li dar xist.

“Nerîneke lihevhatî hebû”

Nûnerê Çînê yê NYyê Fu Cong li ser civînê ji Rûdawê re got:

“Civîna Sûriyeyê pir baş derbas bû. Bi dîtina min nerîneke lihevhatî hebû derbarê şermezarkirina kuştina sivîlan û bal hate kişandin li ser pêwîstiya pêvajoyeke siyasî ya berfireh ku divê ji aliyê desthilatdarên defakto yên Sûriyeyê ve pêk were ku di nav de hemû alî û baweriyên cuda hebin.

Nîgeraniyeke mezin jî li ser çekdarên terorîstî yên biyanî li hundirê Sûriyeyê heye û me hemû dîmenên kuştinan ji aliyê çekdarên biyanî yên terorîst ve dît û seqetkirina sivîlên bêguneh jî.

Ji ber vê yekê ev yek bi tundî tê şermezarkirin û ez difikirim ku Konseya Ewlehiyê dê daxuyaniyeke li ser vê mijarê bide lê şêwirdarî hîn jî didome."

Nûnerê Çînê berdewam kir ku ew wekî  Çînê derbarê van pevçûnan dilgiran e lê ew bi hêz piştgiriyê didin ji bo daxuyaniya ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bide û divê ev daxuyanî nîşan bide ku konsey bi yek dengî bersiv dide.

Fu Cong kuştina sivîlan jî bi tundî şermezar kir û ew ji rêveberiya demkî dixwaze ku bila tedbîrên bi hêz ên li dijî terorîstên biyanî bigirin da ku Sûriye nebe baregeha terorîstan û nebe pirsgirêk ji bo welatên din û sedema metirsîyan jî.

Di aliyê din de jî Rûsyayê jî piştgirî da yekdengiya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Nûnerê Rûsya yê NYyê Vassily Nebenzia jî got:

"Her kesî bi yekdengî li ser hewcedariya rawestandina tundiyê, ji bo rawestandina komkujiyê, ji bo rawestandina tolhildanê, ji bo tevlîbûna pêkhateyan ku tiştên desthilatdarên demkî qebûl kiribûn ku Sûriye ji bo herkesî ye û di nav de divê her kes bê parastin."

Sekreterê Giştî yê NY jî di daxuyaniyekê de ragihandin ku divê rêveberiya demkî ji bo lêkolîna kuştina sivîlan komîteyeke serbixwe ava bike û her wiha rê jî bide rojnameger û rêxistinên mafên mirovan da ku bikaribin lêkolînên xwe bi awayekî ewle bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst