Almanya: Yekgirtina HSD û Hikûmeta Sûriyeyê gaveke girîng e

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê got, “Yekgirtina HSD û Hikûmeta Sûriyeyê gaveke girîng e ber bi Sûriyeyeke yekgirtî ve.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adarê peymanek îmze kir.
Almanyayê piştgirî da vê peymanê û wekî “gaveke girîng e ber bi Sûriyeyeke yekgirtî ve” wesifand.
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê bi rêya hesabê xwe yê Xê anî zimên:
"Çûna Kurdên Sûriyeyê û hêzên wan a nav dezgehên dewletê ber bi Sûriyeyeke yekgirtî û beşdariya siyasî ya hemû komên niştecî ve gaveke girîng e."
Annalena Baerbockê diyar kir ku ew jî li ser peymanê xebitînê û got, "Me di hefteyên borî de bi hevbeşên xwe re li ser vê (lihevkirinê) kar kiriye."
Çend rojên borî li berava Sûriyeyê, li herêmên Elewiyan şer û pevçûnan dest pê kiribû û bi sedan kes hatibûn kuştin ku piraniya wan sivîl bûn.
“Kuştina sivîlan sûc e”
Annalenayê bal kişand ser kuştina sivîlan û got:
"Em her roj dibînin li Sûriyeyê çi di metirsiyê de ye. Kuştina armancdar a bi sedan welatiyên sivîl sûcek e û divê bi temamî lêkolîn li serê bê kirin.
Tenê wê demê aştî li Sûriyeyê berqerar dibe ku hemû Sûriyeyî bi wekhevî û di nav ewlehiyê de bijîn."
Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:
1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.
2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.
3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.
4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.
5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.
6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.
7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.
8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”