Jean Marc Ayrault bû Wezîrê Derve yê Fransa

Navenda Nûçeyan - Serokomarê Fransa François Hollande Jean Marc Ayrault weke Wezîrê Derve yê nû yê Fransa destnîşan kir.

 

Piştî ku Wezîrê Derve yê Fransa yê berê Luarent Fabius pêr roja çarşemiyê 10ê Sibatê dest ji kar berda, Serokê Fransa Françoic Hollande li şûna wî Jean Marc Ayrault weke Wezîrê Derve yê nû diyar kir.

 

Jean Marc Ayrault endamekî kevnar ê Partiya Sosyalîst a Fransa ye û pêştir di navbera salên 2012 heya 2014ê de wek Seerokwezîrê Fransa di hikûmeta Hollande de cih girtibû.

 

Hollande herwiha çend kesên din di kabîneya xwe de guhertin û li şûna wan kesên ji partiya Kesk û Partiya Çep a Radîkal anîn nav kabîneyê.

 

Hollande derbarê karên herî li pêş ên kabîneya nû ya hikûmeta xwe de ragihand, ku wî 3 karên sereke li pêşiya kabîneyê danîne: Yekem parastina gelê Fransa, û bow ê yekê wezaretên têkildarî dabînkriina ewlehiyê hatine bihêzkirin. Duyem diristkirina derfetên kar ku ew yek weke pêwîstiyekê ye. Sêyem jîngeh û cîbîckirina rêkevtina giring a ku li ser guhertinên keşûhewayê hat kirin.

 

Kabîneya nû ya Hikûmeta Fransa ji 19 jin û 19 zilaman  pêk tê.