Trump bi peyameke farsî piştgiriya xwepêşandanên li Îranê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgiriya xwe bo xwepêşandarên li Îranê nîşan da ku di merasima bo wan kesên di balafira Ukraynayê de mirin hat kirin de li dijî desthilatdariya Tehranê derketine.

Kampanya guşara herî zêde ya Amerîkayê û daxuyaniyên dijî Îranê berdewam in û vê sibê Trump li ser hesabê xwe yê twitterê yekem car du twit bi zimanê Farisî belav kirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje: “Ji destpêka serokatiya min ve ligel xelkê wêrek ê Îranê bûm ku jan û êş kişandine.” Herwiha diyar dike ku îdareya wî li ser piştgirîkirina xelkê Îranê berdewam dibe.

Trump dibêje ji nêzîk ve çavdêriya xwepêşandanên Îranê dike û ji wê wêrekiya xelkê Îranê maye ecêbmayî.

Serokê Amerîkayê bi herdu zimanên Ingilîzî û Farisî ev axaftin li ser hesabê xwe yê twitterê kiriye û dibêje, divê hikûmeta Îranê rê bide ku rêxistinên mafên mirov çavdêriya xwepêşandanan bikin û raportan li ser xwepêşandanên xelkê Îranê belav bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump herwiha tekez dike ku nabe komkujî  dijî xwepêşanderên aştîxwaz bê kirin an internet qut bibe û dibêje: “Cîhan temaşeyî we dike.”

Li paytexta Îranê li Tehranê di merasima ku bo wan kesên di balafira Ukraynayê de mirin hat kirin de, xelkê tevlî merasimê bû, lê merasîm vegeriya protestoyên li dijî Îranê.

Li Tehran, Îsfehan, Reşt, Sarî û Hemedanê, xwepêşandan hatin kirin. Xelk li dijî xistina balafira sivîl ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve daketine ser cadeyan û li dijî desthilata Îranê dirûşm gotin.

Dirûşmên xwepêşanderên Îranê tevî ku li dijî hemû desthilata Tehranê ne, bi taybetî li dijî Supaya Pasdaran in û daxwazê dikin ku dest ji welatê wan berde.

Hêzên emnî yên Îranê jî li dijî xwepêşanderan gaza rondikrêj bikar anîn.