Li Almanyayê keçeke 16 salî ji aliyê bavê xwe ve hat firotin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kolnê yê Almanyayê keça bi navê Romina S. di 16 saliya xwe de ji aliyê bavê xwe ve bi 85 hezar euroyî ji malbateke mafyayê ya navdar re hat firotin.

Li gorî malpera nûçeya a Berliner Kurier a Almanyê Romina bi hinceta ku bi endamên çeteyeke organîze re beşdarî diziyan bûye, hatibû desteserkirin. Jina ciwan, ku niha mezin bûye, piştî ku derket pêş dozger sê sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û hat girtin.

Di dema lêpirsînê de hûrgiliyên jiyana trawmatîk a keçikê derketin holê.

Di lêgerîna malên gumanbaran de, girêbestek hat dîtin ku li gorî wê Romina, di sala 2016an de di 16 saliya xwe de, li Kolnê ji aliyê bavê xwe ve ji bo malbateke navdar a mafyayê ya bi navê Ivanovic re hatiye firotin.

Li gorî medya Almanî tê gotin ku “bavê keçikê ji bo ku keça xwe pereyekî wisa baş bifroşe pesnê wê daye ku ne tenê bakîre ye di heman demê de jî dizeke başe. Di demeke kurt de perê xwe derxe.”

Rojnameya Almanî Bildê girêbesta di navbera bavê keçikê malbata mafyayê de parvekir.

Di girêbestê de wiha tê gotin:

“Bi vê yekê tê piştrast kirin ku kesê kiryarê ku navê wî li jorê ye bo keçika bi navê (...) (...) euro pêşekî daye firokarê navborî. Dema ku zava û bûk bi hev re razên, (...) euroyê mayî jî dê bi dest were teslîm kirin. Divê bûka wî (...) bakîre be. Divê rêz û îtaetê ji xesû, mêr û xezûrê xwe re bigre. Nexwe kiryar dikare ji kirînê vekişe.”

Romina bi vê girêbestê hat firotin û paşê bi neviyê serokê mafyayê re hat zewicandin, ji wê demê ve li vilayeke mezin a malbatê dijî, li wir girtî bû. Ji Romina re tenê destûr hat dayîn ku bi jinên din ên li malê re ji malê derkeve û biçe diziyê.

Li gorî dozgeriya Alman, ev çete bi giranî hemwelatiyên bi temen ên ku bi hêsanî bala wan dikişîne û ji ber vê yekê bi hêsanî dibin qurbanî dike hedef.

Keça ku ji aliyê bavê xwe ve hat firotin, tê gotin ku du zarokên wê ji endamê malbata mafyayê hene. Hat diyar kirin ku Romina xwestiye bireve, lê ji aliyê endamên malbatê ve hatiye vegerandin. Ew bi zarokan re xistibûn bin zextê û dê ji destê wê bistendina.