Dîrektorê COP29ê Elnur Soltanov: Armanca konferansê dîtina çavkaniyên aborî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Dîrektorê COP29ê Elnur Soltanov diyar kir ku armanca konferansê dîtîna çavkaniyên aborî ye.
Bakuya paytexta Azerbeycanê mazûvaniya Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) dike.
Dîrektorê COP29ê û Alîkarê Wezîrê Enerjiyê yê Azerbeycanê Elnur Soltanov li ser COP29ê bersiv da pirsên Rûdawê.
Elnur Soltanov amaje bi wê yekê jî kir ku qeyrana herî mezin a ku rûbirûyî wê dibin guherîna avhewayê ye.
Elnur Soltanov da zanîn ku bi taybetî ew hewl didin ku çavkaniyên darayî bibînin da ku pê ewle bibin rêya xwe rast bikin.
Elnur Solatanov behsa armancên COP29ê jî kir û wiha axivî:
"Wekî ku hûn dizanin, divê beşeke girîng a pereyên avhewayê ji welatên bipêşketî û welatên ku nû bi pêş dikevin re biçe.
Fînansekirina avhewayê mijareke pir berfireh e. Em di wê baweriyê de ne ku divê ev pere bibe teşwîqek û ji bo sektora taybet bi awayekî stratejîk bê bikaranîn.
Divê ev yek li gorî her sê peymanan bê kirin, bi taybetî Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî û Peymana Avhewayê ya Parîsê ku banga wê yekê dike ku welatên bipêşketî alîkariyê bidin welatên ku nû bi pêş dikevin.