Parlamenterê Kurd li Berlînê rastî êrişê hat

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Kurd ê herêma Berlînê Jiyan Omer, li ofîsa xwe ya hilbijartinan rastî êrişekê hat.

Parlamenterê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê yê Herêma Berlînê Jiyan Omer ji Rûdawê re got kesekî ku çakûç di destê wî de bû êrişî wî kir.

Jiyan Omer da zanîn ku wî kesî gotinên nexweş ji wî re gotine û ew wekî biyaniyekî gemarî bi nav kiriye.

Bi gotina Jiyan Omer wî kesî jê re gotiye, “Kesên wekî te cihê wan odeyên gazê bûn.”

Omer eşkere kir ku mebesta wî kesî ji odeyên gazê ew odeyên ku Hitler, Cihû tê de bi jehrî dikirin bû.

Siyasetmedarê Kurd herwiha da zanîn ku wî li cem dozgeriyê gilî kiriye û got, “Armancên siyasî li pey wê êrişê hene.”

Partiya wî, Partiya Keskan jî daxuyaniyek da û got ew bi her awahî li pişta Jiyan Omer in.