Peymana di navbera Amerîka û Talîban de nakok e
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Ned Price ragihand ku asta tundûtûjiya ku Talîban li Efxanistanê çêkiriye bi peymana di navbera Amerîka û rêxistinê de nakok e.
Ned Price di brîfînga xwe ya rojnamevanî ya rojane de rewşa dawîn a Efxanistanê nirxand.
Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê destnîşan kir ku ew ji nêzîk ve pêşkeftina Talîban dişopînin û ew ji nêz ve bi rewşa herî dawî ya li Efxanistanê re têkildar dibin.
Herwiha Price diyar kir ku Amerîka hem ji aliyê leşkerî û hem jî ji aliyê aborî ve alîkariyên mezin daye Efxanistanê.
Li aliyê di derbarê pêşdeçûna bilez a Talîban û mirina sivîlan de jî Price got “Bêguman asta tundiyê ya li Efxanistanê, peyvên di peymana ku Talîban bi Amerîkayê re kiriye hev nagirin.”