Erdogan ji Putîn daxwaz kir ku deriyê li Sûriyê vekirî bihêle

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dxwaz ji Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn kir deriyê alîkariyê li Sûriyê vekirî bihêle.

Serokomarê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn bi telefonê axivîn.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê, di peywendiya telefonê de ligel pêşhatên Sûriyeyê, li ser mijarên weke şerê Ukrayna-Rûsyayê û pêkanîna korîdara ewle ji bo veguhestina zad li Deryaya Reş, gotûbêj hat kirin.

Moleta gihandina alîkariyan bo bakurê Sûriyê û Rojavayê bi rêya deriyê Bab el-Hewa bidawî hatiye û heya niha jî Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî negihiştiye rêkeftinekê derbarê dirêjkirina moleta gihandina alîkariyan.

Roja îna borî projebiryarek kete rojevê ku daxwaz dikir gihandina alîkariyan bo dema salekê bê dirêjkirin, lê Rûsya dixwaze bo dema 6 mehan bê dirêjkirin, lewra Rûsya li dijîê wê projebiryarê veto bikar anî.

Erdogan di peywendiyê de tekezî li giringiya dirêjkirina mekanîzmaya derveyî sînor li Sûriyê kir.

Erdogan herwiha anî ziman ku êdî dema wê hatiye Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê plana korîdora ewledar a ji bo veguhestina zad a li Deryaya Reş, destbikar bibe.

Li gor daxuyaniya Erdogan herwiha dubare kir ku divê şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bi aşitiyeke mayinde û dadmend bê qedandin û got, "Tirkiye herwekî ji serî ve dike amade ye ji bo zîndekirina pêvajoya danûstandinan hemî cure piştevaniyê bide."