Çîn û Rûsya ji rewşa Srî Lankayê tên tohmetbarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hezaran xwepêşander li Srî Lankayê derbasî nav Koşka Serokatiya wî welatî li Kolombo ya paytext bûne û dibêjin, heta serok û serokwezîr bi fermî dest ji kar bernedin, ew dest ji xwepêşandanên xwe nehînin.

Ev xwepêşandana ku wek raperînê ye encama nerazîbûna xelkê welat a dijî qeyrana aborî û bihabûna xorakê a çend mehan e ku pişta xelkê hejar şikandiye.

Rancît Wîmalasîrî, nîştecihê Kolomboyê dibêje, “Îro em desthilata rasteqînin, wêrekî û hêza xelkê sivîl selimand. Îro me kesên yekem û duyem ên desthilatdariyê ji welat derxist û hêza xwe pêşanî cîhanê da. Divê ev hêza sivîl bo cezakirina gendelkaran jî berdewam be.”

Serokê Srî Lankayê jî piştî derketina xwe ji wê derê ragihand ku dê 13ê vê mehê bi fermî dest ji kar berde.

Serokwezîrê Srî Lankayê jî amaje bi wê yekê kiriye ku heta hikûmeta nû tê avakirin ew dê li ser kar bimîne.

Ev biserdegirtina ser desthilatê li Srî Lankayê rê li ber bertekên navdewletî vekir.

Çîn yek ji wan welatan e ku tê tohmetbarkirin bi hilweşandina aboriya Srîlankayê, ji ber bi giştî 51 milyar dolar deynên wê yên derve hene û ji sedî 20ê wan deynan ji çînê wergirtiye.

Li aliyekî din Amerîka jî Rûsyayê rexne dike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken dibêje, “Em bandora wê destdirêjiya Rûsyayê li her derê dibînin. Ya ku Rûsya dike dikare bandorê li rewşa Srî Lankayê bike. Em bi fikarin û bandora wê li seranserê cîhanê dibînin.”

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî di sala 2021ê de bi giştî hawirdeya Srîlankayê ji Ukraynayê 97.78 milyon dolar bûye ku 11 milyon û 100 hezar dolar ji hawirdekirina genim e.

Di heman demê de Srîlankayê bi bihayê 18 milyon û 460 hezar dolaran jî genim ji Rûsyayê hawirde kiriye. Lê niha ew hinarde nemaye.