Rûsya û Çînê careke din gihandina alîkariyan bo Sûriyê veto kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Çîn û Rûsyayê careke din projebiryara berdewamiya şandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê veto kirin.

Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî ya derbarê gotûbêjkirina projebiryara şandina alîkariyên mirovî bo xelkê Sûriyê kom bû.

Lêbelê Rûsya û Çînê, ew proje biryara derbarê vê mijarê de dîsa veto kirin ku tê de hatiye alîkariyên mirovî di her du deriyê sînorî yên Babil-hewa û Babil-Selam de derbasî Sûriyê bibin.

Ev duyemîn car e di heftiyekê de Çîn û Rûsye projebiryarên şandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê veto dikin.

Her ji ber vetoya herdu welatan deriyê Til Koçer li Rojavayê Kurdistanê li ber şandina alîkariyên mirovî girtî ma.

Amerîkayê jî ragihandibû, ew veto, rê li ber gihandina alîakariyên mirovî, bi taybetî derman û xurekê bo xelkê Sûriyê digire.