Rojane nêzîkî 200 welatiyên Brîtanyayê ji balafirgehên Ewropayê tên vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daneyên Yekîtiya Ewropayê rojane nêzîkî 200 welatiyên Brîtanyayê ji balafirgehên welatên Yekîtiya Ewropayê tên vegerandin.

Sedem jî ew e ku haya welatiyên Brîtanyayê baş ji zagonên piştî Brexitê ku Yekîtiya Ewropayê li ser wan bi cih tîne nîne.

Ji ber vê yekê ji bo ku nebin yek ji wan 200 kesan divê welatiyên Brîtanyayê 2 tiştan kontrol bikin:

Yekem: Divê pasaporta te ne ji çaxê ku tu diçî Ewropayê lê ji roja ku tu dixwazî vegerî, 6 meh mabin ku dema wê biqede.

Duyem: Nabe dema ku tu diçî Yekîtiya Ewropayê pasaporta te ji 10 salan kevntir be.