Rêxistina Koçê: Îsal 644 koçber di Deryaya Spî de xeniqîne

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Koçê ya Navdewletî, ragihand ku sala 2021ê bi rêya Deryaya Spî 31 hezar penaber gihîştine Ewropayê û  ji destpêka îsal ve 644 koçber di dema derbasbûnê de li nav Deryaya Spî de xeniqîne yan jî wenda bûne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî di sala 2021an de 31 hezar koçber bi rêya deryaya Spî derbasî Ewropa bûne û 3 hezar û 77 koçbre di deriyayê de xeniqîne û 644 koçber jî tenê îsal xeniqîne. Deryaya Ege, rêya sereke ya koçberiya ber bi Ewropa ve ye.

Li peravên Yûnanê bêtirî 100 koçberan ji aliyê bijîşkên bêsînor ve ji nava deryayê hatine rizgarkirin. Li ser laşên van koçbrean şopên îşkenceyê diyar in û dibêjin ku ew ji aliyê qaçaxciyan ve hatine îşkencekirin.

Pizîşkê li Rêxistina Pizîşkên Sînornenas Mihemed Fezlulla dibêje: “Em zêdetir cihê birînên bi kêrê, gulle û daxkirinê bi laşê wan ve dibînin. Herwiha beşek ji wan bi elektrîk, dar û xortimê hatine êşkencekirin.”

Neteweyên Yekbûyî di raporta xwe ya dawî de dibêje, di sala 2021ê de 31 hezar koçberan hewl dane di Deryaya Spî re derbasî Ewropayê bibin û 3 hezar û 77 kes jî xeniqîne.

Li gor Rêxistina Koçê ya Navdewletî, ji destpêka îsal ve 644 koçber di dema derbasbûnê de li nav Deryaya Spî xeniqîne yan jî wenda bûne.

Deryaya Ege, yek ji wan rêyên serekî ya welatiyan û koçberên Rojhilata Navîn e ku bo wêya bighin Ewropayê bikar tînin.

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, di sala 2021ê de, 4 hezar û 109 koçber bi rêya Deryaya Egeyê derbasî Yunanê bûne.

Li gor amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî, di sala 2021ê de 17 hezar û 587 koçber di dema derbasbûnê de li nav Deryaya Egeyê hatine desteserkirin.

Ev di demekê de ye, di sê mehên destpê yên îsal de, sê koçber dema xwestine derbasî Yunanê bibin di Deryaya Egeyê de xeniqî ne. Hezar û 261 koçber û 56 qeçaxçî jî hatine desteserkirin.