Li Amerîkayê 2 jet li hev ketin

Cihê bûyerê/Wêne: AFP

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Arizonayê ya Amerîkayê du jetên taybet li hev ketin û kesek mir.

Li balafirgeha Scottsdale ya Arîzonayê du jetên taybet li hev ketin, kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Kelli Kuestera ku bi plansazî û pêwendiyên balafirgehê re mijûl dibe, jetek ji Austinê dihat lê ji pîsta xwe derket û li jeteke din a ji cureyê Gulfstream 200 xist ku li pîstê rawestiyabû.

Kuesterê got, xuya dike ku vitêza (gêr) daketinê ya jetê nexebitiye û wê li jeta din xistiye.

Birêvebiriya Federal a Hewavaniyê (FAA) ragihand ku wan li ser qezayê dest bi lêpirsînê kiriye.