NATO bo Rûdawê: Hêzên me dê li Iraqê binkeya leşkerî vekin

Bruksel (Rûdaw) – Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) ragihand, ku ew rêxistin binkeyeke serbazî li Iraqê ava dike û biryar e di vê mehê de jî dest bi rahênan û perwerdekriina hêzên iraqî bike.

 

Berpirsekî pilebilind ê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) , ku nexwest navê wî were aşkerekirin, di bersiva çend pirsyarên Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand, ku li civîna NATOê ya di Tîrmeha 2016ê de serok û serokwezîrên welatên endamên wê rêxistinê, bersiva daxwaza Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dabûn.

 

Li gorî wî berpirsê NATOyê, Heyder Ebadî daxwaz ji NATOyê kiribû, ku rahênanê bi serbazên Iraqê bike û perwerdeya leşkerî bide hêzên Iraqê.

 

Wî berpirsê NATOyê herwiha got: “Hêzên NATOyê li Iraqê binkeyeke serbazî dadimezrînin û biryar e di vê mehê de jî dest bi rahênana hêzên iraqî were kirin.”

 

Berpirsê NATOyê bêyî ku amaje bi demê bike, tekez jî kir, ku ew rêxistin “dê hejmarek şêwirmendên serbazî û sivîl bişîne Iraqê, ku renge hejmara wan kesan bigihîje 20 kesan.”

 

Li gorî gotina wî berpirsê NATOyê, ew rêxistin dê di 3 warên “rûbirûbûna amûrên pêşketî yên teqînan, planên sivîl û serbazî û herwiha çaksazî di dezgehên ewlehiyê yên Iraqê de”, alîkariya Bexdayê bike.