Li Ewropayê qurbaniyên şerê yekem ê cîhanî têne bibîranîn

Vertou (Rûdaw) - Di 11ê Mijdarê de, sed sal di ser dawîbûna şerê yekem yê cîhanê re derbas dibin, di wê demê de, şerekî giran li bakurê Fransa di navbera Almanya û Fransa de çêbû û hejmareke zêde ya goristan û momêntan bo wan leşkeran hatin çêkirin ku wî şerî de hatin kuştin.

 

Berî sed salan cihê ku goristana serbazên Almanyayê ye li rojhilatê Fransayê, qada şerê herî dirêj û xwînavî yê di navbera Fransa û Almanyayê de bû.

 

Li herêma derdorên Vertou ya Fransayê li her çend sed metreyekê, goristanek, monumêntek yan jî peykerek ji bo bîranîna qurbaniyên şer û serbazên hatine kuştin û laşên wan winda ne, têne dîtin.

 

Herwiha goristanek heye ku ji bo bîranîna 4 hezar û 540 serbazên Almanî yên ku hatine kuştin û bê gor in, hatiye çêkirin.

 

Li goristana herî mezin a qurbaniyên herî zêde ya şerê herî dirêj ê di navbera dijminên kevn û dostên niha de, dêrek heye û têde dua û lava tê kirin.

 

Goristan cihê serdana welatiyan e, lê kesên ku dîrokê dizanin, baştir fêm dikin û zêdetir ditirsin ku şerê cîhanî yê sêyem rûbide.

 

Welatiyekî xort dibêje: “Ez hêvî dikim şer çênebe û ez wisa dibînim ku çênabe, ji ber ku gotinek heye dibêje nizanim bi kîjan çekan şerê sêyem ê cîhanî dest pê bike, lê şerê çarem ê cîhanî bi dar û keviran dibe. Hûn dizanin şerê yekem û duyem çi bi serê cîhanê de anî, çi bi ser xelkê de anî. Bi van çekên ku niha jî hene, bandora wî dê gelek mezintir be.”

 

Li goristanê ku xwîn û av tevlihevbûne û gul û giya kesk kiriye, serbaz û çek hene lê vê carê ne ji bo şer, ji bo bîranîna sedsala bidawîhatina şerê cîhanî yê yekem e.