Danîmarka ji tirsa sûcdariya ciwanan xalên kontrolê bi Swêdê re datîne

Dusseldorf (Rûdaw) - Polîsên Danîmarkî ragihand ku di heyama kêmtirî salekê de 11 dosyayên tawankariya ciwanên herzekar ên xwedî welatînameya Swêdî li Danîmarkayê hatine tomarkirin.

Tenê di hefteya borî de, sê xortên di bin hejdeh saliyê de ji ber hewldana kuştinê yan gulebarankirinê yan jî hewldana teqandina cihan hatine girtin.

Wezîrê Dadê yê Danîmarkayê Peter Hummelgaard got ku ew dê her tiştî bikin da ku ew sûcên organîzekirî hîn bêtir ji Swêdê neyên Danîmarkayê.

Peter Hummelgaard dûr jî nexist ku dest bi danîna xalên kontrolê yên sînorî bi Swêdê re bê kirin.