Wezîra Karên Derve ya Almanyayê bi dayîna vîzeyê bi malbatên koçberan tê sûcdarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku salek û nîv e derbarê wê de doz hatiye vekirin û lêkolîn li ser wê didomin, lê van rojan fişar li ser Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock tundir bûne.

Bi taybetî jî partiyên mixalefetê di parlementoya Almanyayê de, wê bi vê yekê sûcdar dikin ku bi hêsankirina dayîna vîzeyê bi koçberan pergala koçberiyê ya Almanyayê têk daye.

Li gorî belgeyeke ku di medyaya rastgir a lîberal a Almanyayê de hatiye weşandin, Annalena Baerbock û tîma wezareta wê rênimayên nihênî ji hinek balyozxane û konsulxaneyên Almanyayê re şandine ku Hewlêr, Stenbol û Tehran jî di nav de ne û ji wan dixwazin ku dayîna vîzeyê bi penaberan û kesên ku dixwazin malbatên xwe bînin Almanyayê zehmet nekin.

Bi taybetî jî li ser belgeyên wan ên fermî û lêkolîna rastî yan nerastiya wan kar zehmet nekin.

Mixalefet dibêje, Annalena Baerbock ku di heman demê de seroka Partiyan Keskan e jî bi rehm biryar daye û hatina zêdetir a koçberan ji bo Almanyayê hêsan kiriye.

Baerbock û wezareta wê çendîn car tekez kiriye ku biryar û siyasetên ku ji bo dayîna vîzeyê û hatina koçberan danîne, li gorî yasa û biryarên dadgehên Almanyayê bûn.

Niha hikûmeta Almanyayê 19 dosyayên ku tê gotin bi hêsankariya neasayî ya Wezareta Derve vîze wergirtine, lêkolîn dike.