Şandeyeke Kurd, Suryan û Ereban ji bo wergirtina sûdê çû Îtalyayê

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeyeke ku ji kesayetiyên Kurd, Suryan û Ereb pêk dihat çû serdana kantona başûrê Tîroliyê ya Îtalyayê.

Gera şandeyê ji aliyê Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî, bi hevkariya Navenda Euracê ya Lêkolînan û Peymangeha Federalîzmê ve hate rêxistin.

Serdan bi navê “Pirrengiya Jîndar, Sûriye” dikare çi sûdê ji başûrê Tîrolê wergire bû.

Endamên şandeyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn û wan behsa armanca gera xwe kir.

“Em hewl didin ji ezmûnên welatên din fêhm bikin”

Endamê Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî Siyamend Haco got, “Em hewl didin ji ezmûnên welatên din fêhm bikin, Tîrolî jî beşeke Îtalyayê ye û gelek netewe lê dijîn.”

Berpirsê Pêwendiyên Rêxistina Asûrî Kerem Dewlê jî li ser gerê anî ziman:

“Hatina me ya îro ji bo herêma Başûrê Tîrolê ji bo rawestana li ser ezmûna otonomiyê ye. Ev asoyan vedike li pêş me Sûriyeyiyan û bi taybetî weke kesên ji kemîneyên olî, etnîkî û zimanî.

Herwiha rê li ber pirsên li ser pêkanîna ezmûneke hevşêwe li Sûriyeyê vedike ku pirsgirêka pirrengiyê çareser bike û mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê yên etnîkî, zimanî û olî dabîn bike.”

“Hebûna kemîneyên neteweyî dişibe rewşa Sûriyeyê”

Lêkoler Zeydûn Zubî jî got:

“Ezmûneke sûdbexş pir girîng e, mijara hebûna kemîneyên neteweyî dişibe rewşa Sûriyeyê. Ji ber ku gelek kemîneyên neteweyî li navçeyên sînorî yên Sûriyeyê hene.

Kemîneya li vir berê bi ser dewletekê ve bû û paşê hatiye vir, niha ser bi dewleteke din ve ye. Tiştê ku divê em têbigihin, em çawa azadiyên heyî dikarin di pirrengiyê de biparêzin.”

Endama Tevgera Jinên Sûriyeyê Cumane Seyd got:

“Mafê fêrbûna bi zimanê dayikê, danûstandin û derbirîn bi zimanê dayikê mafek e ji mafên mirovan. Mafekî bingehîn e ku dest jê nayê berdan. Ev li kîjan dewletê be jî mafek e ji bo hemû welatiyan.

Em dizanin ku asteng li pêşiya van mafan hebûn û binpêkirina wan hebû. Divê ev nêrîn biguhere û çi paşxana wan a çandî yan etnîkî be divê hemû Sûriyeyî mafên xwe bi temamî bi kar bînin. Em dixwazin Dewleta Sûriyeyê dewleteke demokratîk be.”

Kantona Başûrê Tîrolê mînakeke serkeftî ya otonomiyê ye

Kantona Başûrê Tîrolê weke mînakeke serkeftî ya otonomiyê yê ji bo kemîneyên etnîkî tê hejmartin.

Mînaka Başûrê Tîrolê wiha nîşan dide ku pêkvejiyan di navbera pêkhateyên cuda de pêkan e, tevî wê pêşeroja ne xweş ku herêm tê re derbas bûye.

Şandeyê di roja yekem a serdana xwe de çû serdana Navenda Euracê û ezmûna otonomiya wê kantonê bi lêkolerên navendê re gotûbêj kir.