Li Tanzanyayê tankera petrolê teqiya: 57 kesan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li welatê Tanzanyayê tankereke petrolê teqiya. Di encamê de herî kêm 57 kesan cane xwe ji dest dan.

 

Li gor medya xwecihî ya wî welatî, li bajarê Morogoroyê, hejmareke zêde ya welatiyan li derdora tankerekê kom bûbûn ku hewl didan petrola ji wê tankerê dirijiya li bîdonên xwe tijî bikin.

 

Hat ragihandin ku di wê dema ku xelk li derdora wê kom bûye, teqîn çêbûye.

 

Rêveberê Polîsê wê deverê Steven Kabwe, ji medya xwecihî ya wî welatî re aşkere kiriye ku di encama teqînê de li gor zanyariyên destpêkê 57 kesan cane xwe ji dest dane û hejmareke zêde ya xelkê jî birîndar bûne.

 

Bajarê Morogoro 200 kîlometreyan ji parêzgeha Darûsselam a paytexta Tanzanyayê dûr e.