11mîn Kongreya PENa Kurd hat sazkirin

Almanya (Rûdaw) - Li bajarê Oldenburgê yê Almanyayê bi beşdariya hejmareke delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê PENa Kurd kongreya xwe ya 11mîn li dar xist.

Kongreya 11mîn a PENa Kurd li Almanyayê bi  dirûşma “Zimanê Me Hebûna Me ye” hate sazkirin û têde rêz ji mamosteya Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê Zara Mihemedî hat girtin ku niha di girtîgehê de ye. 

Piraniya beşdariyên kongreyê kesayetên li welatên Ewropayê dijîn bûn û di nav mamosteyên zimanê Kurdî jî hebûn.

Ji sala 2014an ve Ronî Stêrk  li bajarê Bremen ê Almanyayê mamosteyê zimanê kurdî ye. Li herêma wan 30 sal in dersên fermî yên zimanê kurdî hene. Ronî balê dikişîne ser çend faktorên beşdarbûna kêm a zarokên malbatên kurd li Almanyayê.

Mamostayê zimanê Kurdî Ronî Stêrk sedemên kêmbûna perwerdeya zimanê Kurdî li Ewropa eşkere kir: “Çend faktor hene; yek eyalet mezin in. Bremen eyaleteke mezin û bixwe sistema xwe ya perwerdehiyê heye û Kurd sûdê baş jê werdigirin. Sedema duyem jî li her bajarên eyaletan dersa zimanê Kurdî nîne û Kurd belav bûne. Ev ji bo mamosteyekê zehmet ji bajarekê here bajereke din.”

Hesen Huseyîn Denîz 21 cild pirtûkên zimanê kurdî heta pola 9an li Swîsreyê çap kirin. Li pênc kantonên Swisreyê dersên zimanê kurdî tên dayîn, lê mamoste weke xwebeşx kar dikin.

Hesen Hisên Denîz ku mamostayê xwebexiş ê zimanî Kurdî ye li Siwîsra dibêje ji ber ku kes alîkariya wî nake ew bi xwebexş pirtûkan çap dike û karê ziman dike.

Mamosteyê Zimanê Kurdî li Zurichê Hesen Huseyîn Denîz dibêje: “Li pênc kantonên Siwisreyê dibistanên me yên bi zimanê Kurdî hene. Ev dibistan hinek yek, hinek du pol û hinek jî sê pol in û zarok bi hev re perwerdeyê dibînin. Temenê zarokn cuda ne û zarokê ji 5 salî heta 15 salî dikarin bêne cem me. Li Swisre zagon wiha ye û dibêje eger kesek dixwaze perwerdeya bi zimanê dayîkê bide divê wî barî li xwe bigire.”