Zaxarova bo Rûdawê: Rûsya piştgiriya danûstandinên navbera Kurdan û Şamê dike

Moskow (Rûdaw)  - Hikûmeta Rûsya piştevanî li diyaloga navbera kurdên Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Sûriyê dike û Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje, Sûrî bi xwe dê biryar li paşeroja welatê xwe bidin û tekez kir, “peywendiyên dîrokî” yên navbera pêkhateyên Sûriyê bêne parastin û berdewam bin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova di preskonferansa xwe ya heftane de û di bersiva pirsa Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand, demeke dirêj e ku çendîn pêkhate li Sûriyê dijîn û got, ew pir pêkhateyî hêjayî rêzgirtinê ye.

Tora Medyayî ya Rûdawê ji Mariya Zaxarova pirsî, gelo bi nêrîna Rûsya, rola Kurd di paşeroja Sûriyê de çawan dibe? Herwiha di vê dema niha de behsa rola pêkhateyên cuda di paşeroja Sûriyê de tê kirin. Di çend mehên bihorî de, ew grûpên çekdar ku Tirkiye piûtgiriya wan dike, ava çend bajarên bakurê rojhilatê Sûriyê qut kirine û çendîn caran nehîştine, av bigihe navçeyên Kurdî. Niha ew ava ji bo Sûriyê diçe, ji aliyê Tirkiyê ve bi rêjeya %60 hatiye kêmkirin, Rûsya çi dike ji bo çareseriya vê pirsgirêkê?

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova di bersivê de got, rehendên dîrokî û giring ên wan kêşeyan hene, bo dema çendên sedsalan, Sûriye welatek bûye ku “pêkhateyên netewî û olî têde pêkve di nava aştiyê de jiyane. Bêguman ew jî hêjayî rêzgirtinê ye û me çendîn caran tekez kiriye ku divê ew peywendiyên dîrokî bêne parastin û berdewam bin.”

Zaxarova herwiha Kurdên li Rojavayê Kurdistanê weke beşeke cudanebû ji gelê Sûriyê bi nav kir û got, her li ser vê bingehê Moskow piştgirî li danûstandinên navbera Kurdan û Şamê derbarê rêvebirina welatê wan ên hevbeş di paşerojê de dike.

Rûsya welatê herî bi bandor li Sûriyê ye û bi aşkere piştgiriya hikûmeta wî welatî ya bi serokatiya Beşar Esed dike. Ji sala 2011ê ve xwepêşandanên li dijî hikûmeta Sûriyê û piştre şerê navxwe li wî welatî dest pê kir û di Îlona 2015an de Rûsya bi fermî û bi awayekê rasterast dest bi piştgiriya serbazî ya Şamê kir.

Ji dema destwerdana Rûsya di rewşa Sûriyê de, hevsengiya hêz li Sûriyê guhertin bi ser de hatiye û hikûmeta Beşar Esed kariye navçeyeke berfireh ji axa welat ji destê komên çekdar ên opozisyonê derxîne û bixe jêr desthilata xwe. Li aliyekê din, Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî rûbereke berfireh ji axa Sûriyê kontrol kirine û Rêveberiya Xweser damezrandine û di çarçoveya wê rêveberiyê de xwedî pêgeh û giraniya xwe ne.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê herwiha ji Rûdawê re da xuyakirin, di destê Sûriyan bi xwe de ye ku biryar bidin welatê wan di paşerojê de bi çi awayî be, daku hemû pêkhate bêyî cudahiyên netewî û olî têde hest bi aramiyê bikin.

Mariya Zaxarova herwiha bi pêwîst dît, ku giringiya wê xalê were berçavgirtin, ku “bo rûbirûbûna terorê û di nav de jî terorîstên biyanî, Sûrî rûbirûyê astengan bûne di avedankirina welatê xwe li ser bingeha parastina serwerî û yekgirtiya axa xwe.”

Di demên bihorî de, nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û nûnerên hikûmeta Sûriyê civiyan, lê belê hebûna çendîn cudahiyan wiha kiriye ku ew herdu alî heta niha negihin rêkeftinê.