Boko Haramê êriş kir: 20 kuştî

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaletê Nîgerê ya Nîjeryayê di êrişa Boko Haramê de 20 kes hatin kuştin.

Li gorî çapemaniya cihî ya Nîjeryayê, çekdarên Boko Haramê êrişî herêma Shiroroyê ya eyaleta Nîgerê kir.

Di vê êrişê de 20 kes hatin kuştin û gelek birîndar hene.

Boko Haram ji destpêka salên 2000î ve li Nîjeryayê çalak e.

Ji 2009an û bi vir ve di êrişên Boko Haramê de herî kêm 20 hezar kes hatine kuştin.

Boko Haramê ji 2015an ve li Kamerun, Çad û Nîjerê re jî gelek êriş pêk anîne.

Di êrişên wê yên li Kortala Gola Çadê de jî herî kêm 2 hezar kes hatine kuştin.