Swîsre: Lêkolîn li ser çawahiya binaxkirina bermayên radyoaktîv tê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Binaxkirina bermayên radyoaktîv ku ji santralên etomî yên berhemanîna elektrîkê piştî bikaranîna uranyûmê çêdibin, pirsgirêkeke mezin a jîngehê ye. Niha ew bermaye li ser erdê tên avêtin, lê zanayên Swîsrî dibêjin, çareseriya wê pirsgirêkê dîtine.

Li navçeya Jura ya li bakurê Swîsreyê bi kurahiya 300 metreyan di bin erdê de labaratûwara navdewletî ya Mont Terri hatiye çêkirin bo pêkanîna lêkolînan li ser çawahiya binaxkirina paşmayên radyoaktîv di bin erdê de. Lêkolîn ji aliyê Rêxistina Niştimanî ya Paşmayên Swîsreyê Nagrayê ve tên kirin.

Berdevkê Rêxistina Nagra Felix Glauser dibêje: “Van rojan bermayên etomî yên radyoaktîv ên Swîsreyê di cihên demkî de tên hiştin. Armanc ew e ku cihek di bin erdê de bo wê mebestê bê çêkirin. Niha sê navçe ji aliyê Rêxistina Nagra ve hatine destnîşankirin. Heta Payîzê bo me eşkere dibe ka li çi navçeyekê depoyan çêdikin.”

Santraleke etomî ya berhemanîna 1000 megawatt elektrîk ku pêwîstiya elektrîkê ya yek milyon kes dabîn dike, di salekê de 3 metre sêca bermayên radyoaktîv berhem tîne. Li gor zanayên Swîsrî, tebeqeyên kevirî dikarin bibin depoyeke guncaw bo wan bermayan.

Rêveberê Labaratûwara Mont Terri Christophe Nussbaum jî got: “Em di labaratûwarekê de ne ku 300 metre di bin erdê de hatiye çêkirin û taybet e bi lêkolînên zanistî. Em di nav kurahiya corekî taybet ê tebeqeyên kevirî de ne ku siberojê dibe cihê veşartina bermayên radyoaktîv.”

Swîsre yek ji welatên pêşeng ên Ewropî ye di warê berhemanîna elektrîkê de bi rêya enerjiya etomî û niha %40ê elektrîka xwe bi wê rêyê dabîn dike.