Piştî 57 salan bi hev re rûniştin

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî 57 salan wezîrên Derve yên Amerîka û Kûbayê bi hev re rûniştin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di rûpela xwe ya fermî ya twîtterê de ragihand, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry û Wezîrê Derve yê Kûbayê Bruno Rodrîguez li Panamayê bi hev re civiyane.

Di rûpelê de wêneya Kerry û Rodrîguez jî hatiye belavkirin ku destê xwe dane destê hev…