Sê kanalên kurdî rastî êrişa sîber hatin

Hewlêr (Rûdaw) – Kanalên kurdî yên Stêrk TV, Med Nûçe, Ronahî TV û Radyo Mezopotamya, ku nêzîkî PKKê ne, rastî êrişa sîber hatin û weşana wan çend saetan hat sekinandin.


Îro danê sibê, navenda weşanê ya kanalên Stêrk TV, Med Nûçe, Ronahî TV û Radyo Mezopotomya ya li bajarê Denderleeuwê yê Belçîkayê rastî êrişa sîber hatibû.


Di wê bûyerê de, sîstema elektrîkê ji aliyê hackeran ve hatibû zeftkirin û voltaja elektrîkê hatibû zêdekirin lewma kaloyên elektrîkê ji ber voltaja zêde şewitîbûn û weşana wan kanalan hatibû sekinandin.


Lê hat zanîn ku saet 16:00 bi dema Ewropayê (17:00 bi dema Hewlêrê) şaredariya Denderleeuwê jenerator ji wan kanalên kurdî re dabîn kiriye û weşana wan dîsa dest pê kiriye.


Nayê zanîn ji ber çi ev bûyer çêbûye lê hat gotin ku derheqê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.