Êrîşî dêrê kirin: Gelek kuştî û birîndar hene

10-03-2023
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Hamburg Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hamburgê yê Almanyayê êrîşî dêrê kirin di encamê de heft kesan canê 7 kesan canê xwe ji dest dan herî kêm 8 kes jî birîndar bûn.

Li taxa GroßBorstelê a kolana Deelbögeyê ya bajarê Hamburgê duh êvarê li gor dema herêmî demjimêr derdora 9:15 xulekan de di dema îbadetê êrîşî dêreke Şahidên Yehova hat kirin.

Li gorî rojnameya BILD a Almanyayê di êrîşa ser dêra Şahidên Yehovayê de 7 kesan canê xwe ji dest dane û 8 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Li aliyê din medyaya Almanyayê ragihand ku herî kêm 10 kes birîndar bûne.

Rojnameya Spiegel a Almanyayê jî li ser malpera xwe radigihîne ku tê gotin ku êrîşkar endamê berê yê Şahidên Yahowa ye û di navbera 30 û 40 salî de ye.

Polîsên Alman ji êrîşkaran bigirin lêgerîneke berfireh dane destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst