Biden û Trump dê li Koşka Spî bicivin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden û Donald Trumpê ku wekî Serokomarê Amerîkayê yê 47emîn hatiye hilbijartin dê li Koşka Spî bicivin.
Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre derbarê hevdîtina Trump û Biden daxuyanî da û got:
“Li ser vexwendina Serok Biden, hevdîtina wî û serokê hatiye hilbijartin Donald dê 13ê Çiriya Paşîn li Koşka Spî çêbibe.”
Jean-Pierre diyar kir ku dê rojên pêş hûrgiliyên zêdetir derbarê hevdîtinê bên ragihandin.
Li Amerîkayê, hevdîtinên bi vî rengî bi kevneşopî di navbera serokê tê hilbijartin û serokê ku diçe de tên kirin.
Ev yek wekî destpêka veguhestina aştiyane ya desthilata demokratîk a Amerîkayê tê nîşandan.
Lê belê Trump piştî ku di hilbijartinên 2020î de têk çû, bi Bidenê ku wê demê di hilbijartinan de bi ser ketibû re hevdîtineke wiha nekiribû.
Di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê yên ku 5ê mehê hatin kirin de, Trumpê namzedê Komariyan 277 delege bi dest xistin û bû 47emîn Serokê Amerîkayê.
Donald Trump dê 20ê Kanûna Paşîn a 2025an bi awayekî fermî sond bixwe û dest bi erkê xwe bike.