Neteweyên Yekbûyî: Li Etiyopyayê metirsiya şerê navxwe heye

Hewlêr (Rûdaw) – Wekîla Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Siyasî û Pêkanîna Aştiyê, Rosemary DiCarlo ragihand ku li Etiyopyayê metirsiya şerê navxwe heye û ev yek jî dibe sedema têkdana asayîşa rojhilatê Efrîqayê.

Di civîneke taybet a Encûmena Asayîşa Navdewletî ya derbarê Etiyopyayê de, Rosemary DiCarlo got: “Li welatekî ku zêdeyî 110 milyon niştecih, 90 neteweyên cuda, 80ê zimanên cuda li xwe girtiye û têde şer û pevçûn berdewam e, kes nizane rewş ber bi ku ve diçe. Lê ya zelal ew e ku metirsiya şerê navxwe li Etiyopyayê heye û ev jî dibe sedema karesatên mirovî, tundûtûjiya zêdetir û hemû navçeyê ber bi krîzê ve dibe.”

Çend hefte dibe hêzên ser bi Eniya Rizgarîxwaz a Tigrayê ligel Artêşa Oromiya û 7 grûpên din ên çekdar li dijî hikûmeta Etiyopyayê bûne yek û ragihandine ku armanca wan kontrolkirina Addis Ababa ya paytext û rûxandina hikûmeta Abiy Ahmed e.

Li beramber wê yekê jî, Ahmed rewşa awarte ragihandiye û daxwaz ji hemû welatiyên temen di ser 18 salî re kiriye ku çekan hilgirin û ji “şerê parastina niştiman” re amade bin.