Navenda Nûçeyan - Li welatê Çînê di konferanseke înternetê de yekem pêşkeşvanê robot ê îngilîzîaxêv hat nasandin.
Ew pêşkeşvan li cîhanê yekem pêşkeşvanê robot e, ku bi zimanê îngilîzî diaxive û li gor yek ji pêşkeşvanên Ajansa Nûçeyan a Xinhuayê Zhang Zhao hatiye çêkirin û dîmenê wî robotî pir bi zehmetî ji mirovan tê cudakirin.
Yekem pêşkeşvanê robot li Eyaleta Zhejiang a Rojhilatê Çînê di Konferansa Înternet a Cîhanê de hat pêşkeşkirin.
Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping jî nameyeke pîrozbahiyê şand wê konferansê û got: “Cîhan di nav guhertineke mezin a zanistî, teknolojî û pîşesaziyê de ye. Divê aboriya dîjîtalî were bilezkirin û divê em sîstema rêveberiya internet a kureyî dehf bidin.”
Rêveberiya welatê Çînê di ware ewlehî, aborî û perwerdehiyê de jî girîngiyeke zêde dide pêşxistina robotan û yek ji mijarên wê yên sereke ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse