Rûsyayê careke din gefa bikaranîna çekên etomî xwar

Hewlêr (Rûdaw) – Bi dijwarbûn û gurbûna şerê li Ukraynayê, berpirsên Rûsyayê dubare balê dikişînin ser bikaranîna çekên etomî. Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku êdî ew çavên xwe ji kiryarên Ukrayna û welatên rojavayî nagirin.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov li ser bikaranîna çekên etomî got, “Dema em behsa asayîşa jîngehê dikin, em nikarin xwe ji behsa bikaranîna çekên etomî dûr bigirin. Em nikarin di asta kiryarên Kyev de bêdeng bin ku dixwaze bi mebesta metirsiyê bikaranîna corên cuda çekên komelkuj çêbike.”

27 Sibata îsal, sê roj piştî êrîşa ser Ukrayna, Vladimir Putin bi fermî çekên etomî xistin nava amadebaşiyê.

Berpirsên Kirimlîn wan tohmetan têxin ser Volodomir Zelinski ku qaşû ji Rojava daxwazkiriye ku bikaribe çekên Etomî bikarbîne; gaveke ku piraniya wan vê yekê ret dikin.

Rawêjkarê Almanya Olaf Scholz got, “Ez di wê baweriyê de me ku divê helwesteke me ya dijwar hebe li dijî gefa bikaranîna çekên etomî ku em dibihîsin. Pêwîst e bersiv jî ew be ku hemû alî xwe jê dûr bixin. Ev li ser cîhanê dibe metirsiyek. Bikaranîna çekên etomî nayê qebûlkirin.”

Amerîka dibêje ti agahiyeke îstixbaratî li berdestê wan tune ye ku Rûsya çekên etomî bikarbîne lê amade ne ji bo her egerekê.

Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre anî ziman, “Axaftina Rûsya derbarê bikaranîna çekên etomî, hestnekirin e bi berpirsiytariya xwe, û ew çek bi ti awayî nabe bêne bikaranîn. Ew gefên Putin me natirsînin. Her bikaranîna wan çekan jî, wê encamên nexwestî jê re hebin.”

Ew bombeya ku niha behsa metirsiya wê tê kirin, jêre dibêjin Etoma Taktîkî enerjiya jê dertê 1000 ton ta 50,00 tone û di bereyên şer de bi mebesta taktîkî bikartînin. Lê bombeya Etomiya Stratejî, gelek mezin û wêrankere û hêza enerjiya wê di dema bikaranînê de ji 100 hezar ton ta yek megaton diçe.

Bombeya Etomî ya taktîkî bi rêya bombeyên hêşûyî, mûşek, guletop, mayin, firoke û keştiyên şer tên avêtin.

Li gorî Peymangeha Navdewletî ya Stokholmê ji bo Lêkolînên Aştiyê, li cîhanê 9 welat xwediyên çekên etomî ne.

Rûsya bi 5 hezar û 977 çekan, xwediya bêhtirîn e û duyem ji wan Amerîka ye ku 5 hezar û 428 çekên wê yên etomî hene.

Çîn 350, Fransa 290, Brîtanya 225 çek, Hindistan 160 û Pakistan 165 çekên wan ên etomî hene.

Bawerî wiha ye ku Israîl jî xwediya 90 çekên ji wî corî ye û Koreya Bakur jî 20 daneyên wê jê hene.