Duhok: Mamosteyekî Brîtanî destdirêjî li 131 xortan kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyekî Brîtanî yê ku ev çend sal in li Duhok a Herêma Kurdistanê kar dike, bi rêya înternetê destdirêjiya seksî li 131 xortan kiriye, piştî ku 15 sal cezaya girtîgehê lê hat birîn dê roja Duşemê cezaya wî dê were cîbicîkirin.

Polîsê Lêkolîna Tawanan a Nîştimanî ya Brîtanyayê roja 8ê Cotmehê ji Rûdawê re ragihand, Rêveberê Dibistana Navdewletî ya Brîtanî li Duhokê Nicholas Clayton, biryar e roja Duşemê were cezakirin. Clayton bi rêya torên civakî li gelek welatan destdirêjiya seksî li 131 zarokan kiriye û xwestiye wan bibîne.

Dezgehên Îstîxbarata Brîtanyayê piştî ku agahî wergirtin ku mamoste ji xortekî Kamboçyayî yê 13 salî xwestibû ku wêneyên xwe yên tazî jê re bişîne, karîbûn gumanbar nas bikin. Piştî lêkolînê derket holê ku Clayton ji wî xortî re gotiye ku ew ê heqê rêwîtiya wî ya Malezyayê bide da ku li wir hev bibînin.

Piştî ku plana Clayton a dîtina wî xortî ji Dezgehên Îstixbarata Brîtanya re eşkere bû, di dema vegera wî ya ji Kurdistanê de ji aliyê Polîsê Lêkolîna Tawanan a Nîştimanî ya Brîtanyayê ve hat şopandin û hat girtin.

Piştî lêkolînan derketiye ku ji bilî xortê Kamboçyayî yê 13 salî, wî bi rêya înternetê destdirêjiya seksî li 131 xort û zarokên ji Fîlîpîn, Srî Lanka, Sîngapûr, Tayland, Endonezya, Iraq, Fas û Tirkiyê jî kiriye. Piştî girtina wî biryara qedexekirina derketina derve li wî hate birîn heta darizandin û cezakirina wî.

Polîsê Lêpirsîna Tawanan a Nîştimanî ji Rûdawê re ragihand roja Sêşemê 20ê Îlona 2022an, ew li bajarê Liverpoolê hatiye darizandin û bi 15 sal cezaya girtîgehê hat mehkûmkirin û roja Duşemê 10ê Cotmeha 2022an cezayê wî dê were cîbicîkirin û zanyariyên zêdetir dê li ser wî werin belavkirin.

Efserê Polîsê Lêpirsîna Tawanan a Nîştimanî Brîtanyayê Hazel Steward got, “Nicholas Clayton teknolojî bikar aniye û hewla destdirêjiyê li gelek zarokên ji çaraliyê cîhanê bide.”