Helîkoptera leşkerî xistin
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Talîban ragihand wan helîkoptera Efxanîstanê xistine.
Çavkaniyên leşkerî yê Efxanistanê ragihandin li eyaleta Baglanê helîkoptera wan ji ber sedemên teknîkî ketiye xware.
Di encama bûyerê de 3 leşker bi giştî 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha çekdarên rêxistina Talîban jî ragihandin helîkoptera navborî ji aliyê wan ve hatiye xistin.