Hollanda malbata sivîlên ku li Mûsilê bi şaşî kuştibûn qerebû dike

Hewlêr (Rûdaw) - Hollandayê di sala 2015an de li Mûsila di operasyona asmanî de bi şaşî avahiya Bassîm Razzo xist û 4 mirovên wî hatin kuştin. Wezareta Berevaniya Hollandayê qebûl kir ku malabata Bassîm Razzo qerebû bike.

Wezîra Berevanî yê Hollandayê Ank Bijleveld ji Parlamentoya Hollandayê re nivîsek şand û da zanîn ku ziyana Basîm Razzo ku ji ber operasyonê 4 keskûkarên wî canê xwe ji dest dabûn, dê bê qerebûkirin, lê ev nayê wê wateya ku ew berpirsyariya vê bûyerê qebûl dikin.

Derbarê heqê qerebûkirinê de agahî nehat eşkerekirin, lê parêzerê Razzo dozeke 2 milyon euroyî vekiribû.

Operasyon bi şaşî hatibû kirin

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê di 21ê Îlona 2015an de dijî rexistna DAIŞê operasyoneke asmanî encam dabû, ji ber agahiyeke şaş mala Bassîm Razzo bi balafireke Hollandayê ya F-16an  hatibû bombebarankirin, jin, keç, bira û pismamê wî hatibûn kuştin.

Ank Bijlevel di mijdara 2019an de ragihandibû ku di 3yê Hezîrana 2015an de 55 kîlometre başûrê rojavayê Kerkûkê li navçeya El Hawîceyê di operasyonan de herî kêm 70 sivîl hatine kuştin ku ew ji ber vê xemgîn in û vê berpirsyariyê qebûl dikin.

Bijlevel herwiha gotibû derbarê cih de ji ber ku îstixbarata şaş operasyon hatiye kirin bûyer çêbûye, lê operasyon bi xwe ne şaş e.