NÎJER - Darbekar dixwazin çekan bidine xelkê
Hewlêr (Rûdaw) – Serkirde û rayedarên darbeya Nîjerê esmanê welatê xwe girt û wan ji xelkê xwest ku çekan hilgirin.
Ji bo şêniyên bajarê Niameyê yê paytexta Nîjerê, Fransaya dagirkerê berê yê welatê wan “talanker” û Rûsya jî “şikênerê dagirkeriyê” ye.
Bi dirûşma “Biruxe Fransa” û bilindkirina alaya Rûsyayê, piştevaniya xwe ya ji bo darbeya leşkerî tînin ziman.
Nîjeriyan 26ê Tîrmehê serokê welatê xwe yê ku hevpeymanê Fransayê bû ji ser kar da alî.
Artêşa Nîjerê wî wek sedema xirabbûna rewşa ewlehî û aborî ya Nîjerê dibîne.
Xelk, Fransayê bi dizîna samanên xwezayî yên Nîjerê tometbar dike.
"Ew bixwe terorîst in"
Xwepêşander Harun Seini got, “Pêwîst e artêşa Fransayê derkeve. Ti sedem nînin ku li vê derê bin. Ew bixwe terorîst in.”
Kudetayê gurzekî aborî û jeosiyasî li Fransayê da
Piştî ragihandina girtina serok, artêşa Nîjerê hinardeya zêr û uranyumê ya Fransayê ragirt lê ji ber ku Fransa bêhtirî ji sedî 62ê elektrîka xwe ji enerjiya atomî berhem tîne pêwîstiya wê gelekî bi uranyumê heye.
Di 10 salên borî de ji sedî 20ê uranyuma ku Fransayê hawirde kiriye ji Nîjerê bûye lê Nîjer bixwe tenê xwediyê ji sedî 16ê elektrîkê ye.
Piştî darbeya artêşê Nîjerê, deriyê welatê xwe ji grûpa Vagnerê ya Rûsî re vekir û ji Fransayê xwest ku di 30 rojî de hezar û 500 serbazên xwe vekişîne.
Berdevkê Serkirdeyên Darbeya Nîjerê Ehmed Ebdulrehman anî ziman:
“Bi sedema helwesta Fransayê û karvedanên wê yên ji bo rewşa navxwe ya welatê me, Encûmena Nîştimanî ya Parastina Welat biryar da ku rêkeftinên hevahengiya ewlehî û parastinê bi wî welatî re bêne hilweşandin.”
Ev, ew kabûs bû ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron nedixwest bibîne.
Sala 2021ê li Maliyê û sala 2022an li Bûrkîna Fasoyê bi heman awayî kudeta/darbe çêbûn û artêşa her du welatan Fransa neçar kir ku ji welatên wan vekişe.
Parîs ji wê demê ve Nîjer kiriye binkeya sereke ya hêzên xwe yên li Efrîqayê.
Fransa bi ya serkirdeyên kudetayê Nîjerê nake û rêkeftinên ewlehî hilnaweşîne.
Fransa li ser vegera Mihemed Bezûmî yê hevpeymanê xwe yê ku Serokê Nîjerê bû, rijd e.
“Kudeta metirsîdar e ji bo xelkê Nîjerê û hemû herêmê”
Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser kudetayê got, “Ev kudeta bi tevahî nerewa û metirsîdar e ji bo xelkê Nîjerê û hemû herêmê jî.”
Ev yazdemîn hewla kudetayê bû ku di 10 salên borî de li Efrîqayê hate kirin.
Komeleya Aboriyê ya Welatên Rojavayê Efrîqayê (ECOWAS) ku hevpeymanê Fransayê ye, kudetayê red dike û daxwaza vegera serokê hilbijartî kiriye.
Çar rojan piştî darbeyê welatên endamên ECOWASê gef xwar ku eger serkirdeyên serbazî yên Nîjerê heta 6ê Tebaxê Mihemed Bezûm venegerîne ser desthilatê êdî ew dê êrişî wan bikin.
Serokê ECOWASê Omer Elîw Torayî jî li ser kudetayê got, “Em dê van rêkaran cîbicî bikin, yekem, girtina sînorên bejahiyê û esmanî yên di navbera welatên ECOWAS û Nîjerê de. Duyem, ECOWAS hemû geştên bazirganiyê yên navxwe û derveyî Nîjerê qedexe dike.”
Fransa li dijî serkirdeyên kudetayê piştgiriya xwe ya ji bo ECOWASê eşkere kir
Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherine Colonna got, “Civaka Navdewletî li ser vê daxwazê ye ku divê serok bê azadkirin û hemû desthilatên wî yên destûrî bêne vegerandin.”
Hemû welatî agahdar kirin ku çekan hilgirin
Li beramberî gefa dagirkirinê, artêşa Nîjerê biryar da ku esmanê welatê xwe bigire, hêzên xwe li paytexta welatê xwe zêde bike û hemû welatî agahdar kirin ku çekan hilgirin û ji Grûpa Vagnerê ya Rûsî alîkarî xwest.
Çavkaniyên xwecihî, gihîştina hêzên Vagnerê ya Maliyê piştrast kirin.
Malî û Bûrkîna Fasoyê jî gefa wê yekê xwar ku dê her êrişeke li ser Nîjerê dê weke li ser wan hatibe bibînin û “bi agir û hesin” bersiva ECOWASê bidin.
Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov jî li ser mijarê axivî û got, “Em alîgirê vegera rewşê ne ji bo rêya destûrî ku bêyî ziyan bê encamdan û ji hemûyan girîngtir jiyana xelkê ye.”
Dem bi dawî bû, serok nehate vegerandin ser kursiyê û êriş çênebû
Di roja bidawîbûna dema diyarkirî de, 30 hezar kes ji bo nerazîbûna xwe ya li dijî gefên ECOWASê û piştgiriya xwe ya ji serkirdeyên kudetayê re bînin ziman li stadyûma bajarê Niameyê kom bûn.
Li vê derê jî, dirûşmên “Bijî Putîn” û “Biruxe Fransa” hatin gotin.
Alîgirê artêşê Boubacar Dadi got, “Kesê ku desthilat bi dest xist ne artêş, xelk bû. Ev xelk e ku desthilat bi dest xistiye. Ev demokrasiya rasteqîne ye.”
Ji îhtimala serkeftina kudetayê, Nîjer ji sala 2020an ve dibe sêyem welat ji bin fermana Fransayê derdikeve û nêzîkî Rûsyayê dibe.
Tê wateya bihêzbûna serdestiya Rûsyayê
Ji ber ku jidestdana Nîjerê weke hevpeyman û hebûna grûpa Vagnera Rûsî di heman demê de li ser wê xakê, wiha dike ku bicihanîna xewna Yekîtiya Ewropayê ji bo kişandina boriyeke gaza xwezayî ya ji Nîjeryayê heta bi Nîjerê ji wir Cezayîr û piştre jî heta bi Ewropayê zehmet dibe.
Herwiha li kêleka Komara Efrîqaya Naverast, Madagascar, Mozambîk, Sûdan, Sûdana Başûr, Lîbya, Malî, Gîne, Kongo, Kinshasa, Angola, Gîneya Ekwatorî, Gîne-Bissaoyî û Bûrkîna Fasoyê, Nîjer dibe çardemîn welatê Efrîqayê ku grûpa Vagnera Rûsî bi dilxweşî pêşwazî bike.
Ew jî tê wateya bihêzbûna serdestiya Rûsyayê li wê parzemînê ku ne tenê Fransa, ne bi dilê ti hevpeymanekî wê yê Rojavayî ye jî.