BERLÎN – Li dijî kiryarên PYDê xwepêşandan (Vîdeo)
Berlîn (Rûdaw) - Li Berlîna paytexta Almanya, hejmarek ji nûnerên partiyên siyasî û herwiha ciwanên Rojavayê Kurdistanê li dijî binpêkirna mafên mirovan Li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD ve xwepêşandanek lidar xistin.
Xwepêşanderan daxwaz kirin ku leşkeriya bi zorê rawest e da ku Rojavayê kurdistanê ji ciwanan vala nebe û herwiha bang li berpirsên PYDê kirin ku qedexeya ser Rûdawê rakin.