Kongreya Amerîka derbarê Iraqê de rexne li Obama digire

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), John Boehner rexne li Koşka Spî ya welatê xwe kir û ragihand ku, ti zaniyarî û agahdariyên pêwîst derbarê rewşa Iraqê nebûye.

John Boehner duh, di daxuyaniyekê de ragihand ku, razîbûna Serokê DYAyê Barack Obama bi encamdana êrîşeke leşkerî bo ser bêgehên çekdarên DAIŞê di cihê xwe de ye. Boehner got, "Lê wek gelek kesên din ên amerîkî ez dilgiranim ji wê yekê ku stratejiyeke me ye zelal nebû bo rûbirûbûna metirsiya DAIŞê li ser navçeyê.”


Li gor John Boehner, bi sedema DAIŞê “Berjewendiyên hestiyar ên DYAyê di bin gef û metirsiyê de ne, lê Koşka Spî xemsar bû li hember wan hişyariyan ku serkirdeyên Iraqê û endamên kongreyê û berpirsên hikûmetê jî dayîn xuyakirin.”


Serokê Kongreya DYA ew jî ragihand ku, ew amade ye piştgiriya siyaseta Obama li Iraqê bike “Bi mercekî ku stratejîk a wî ya zelal hebe.”