Misilmanên li Amerîkayê di dêrê de nimêj dikin

Washington (Rûdaw) – Dêra Epiphany yek ji dêra herî kevin a paytexta Amerîkayê Washingtonê ye, niha deriyên xwe ji mislimanên vî welatî re vekiriye.

 

 

Rojên Înê bi sedan mislimanên li Amerîkayê dijîn, ji bo nimêja Înê, serdana Dêra Epiphany dikin.

 

Nimêjker Nîdal Xeznedar dibêje: “Li vir ti ciheke din nîne ku em bi kom nimêja xwe bikin. Herçend ev der dêr e, lê ji bo nimêjkirinê pir guncayî ye. Weke hûn jî dibînin bermal, member û îmama wî heye. Kesên nimêjdikin li vir berhev dibin û ferza nimêja Înê dikin.”

 

Mislimanên Amerîkayê karîne bi temamî xwe tevlî çand û civaka vî welatî bikin.

 

Gotarbêj Mihemed Şafî dibêje: “Em weke mislimanên vî welatî, bi temamî tevlî civaka Amerîkayê bûne û pir bi bandor in. Em dixwazin ji hemû aliyan ve, çi siyasî û çi jî aborî, bibin beşekî ji Amerîkayê. Ji bilî destwerdana ol û baweriya me, hemû tiştekî ku Amerîka bike, ji bo me asayî ye.”

 

Di destûra Amerîkayê de bi awayeke zelal behsa azadî û bihevre jiyana ol û baweriyan hatiye kirin. yasayên vî welatî alîkarê bihêzbûna pêwendiyên ol û pêkhateyên cuda ne.

 

Dêra Epiphany jî mînakake vê yekê ye, ku ev 10 sal in mislimanên vî bajêrî, bi awayeke berdewamî vê dêrê bikartînin.

 

Berpirs û rêveberên dêrê, ji bo misliman erkên xwe yên ayînî û olî bicîh bînin, bi hemû awayî hevkariya wan dikin.

 

Dêra Epiphany di sala 1844ê de hatiye avakirin û tenê 700 metre ji Koçka Spî dûr e.