Tîma Rûdawê li Mariupol e; Mirov bi zehmetî avê bi dest dixin
Mariupolê (Rûdaw) - Di nava bajarê Mariupolê de serbaz û teknîkên serbazî diyar nîne û şerê li kolanan êdî nemaye. Lê dengê teqîna top û bombeyan qet nasekine. Bordumana kargeha Azovstalê hêj berdewam e.
Tîma Rûdawê çû nav bajarê Mariupolê yê Ukraynayê û rewşa bajêr ji nêzîk ve şopand.
Li Mariupolê elektrîk, gaz, av tunene. Çûn û hatina şêniyan jî pir kême, yên ku tên dîtin jî tenê li pey ava vexwarinê digerin.
Polya 8 salî û Maksîmê 11 salî cîranê hevin. Eger pê re nagihêjin, malbata her duyan dê îro bê av bimînin.
Şêniya Mariupolê Tatyana Kvartseva dibêje: “ Xaniya min rûxiyaye. Tiştekî min nemaye. Ez im û mêrê min e. Ew jî eger sê gavan bavêje, nefesê wî diçiqe û nikare bimeşe. Niha em li qata 4-an bicih kirine. Mêrê min ne dikare dakeve jêr, ne jî hilkişe jor. Jiyana me niha wisa ye. Çi hêviya min ne maye. Nizanim… Min name nivisîne çend rayedaran. Lê kengî encam hebe, nizanim.”
Şêniyên Mariupolê mehê carekî alîkariya mirovî werdigrin. Lewma jî her alîkariyeke biçûk jî, ji bo malbata Polya gelek bi nirxe.
Şêniyê Mariupolê Yuliya jî got: “Giran e, gelek girane. Sibê zû rabe, av bîne, qirşikan kom bike, agir vêxe, xwarin çê bike ji bo zarokan… Ew alîkariyê ku tê dayîn, kêm e, têrê nake. Ev êdî bû sê meh ku keça min, naçe dibistane, perwerde nastîne. Gelo sucê wê çi bû? Ew hêj di jiyana xwe de tiştekî ne kiriye. Lê êdî hatiye cizakirin.”
Bombe yekser li apartmana wan ketiye. Xoşbextane agir zû hatiye vemirandin û mala Yûliya ji şewatê filitiye.
Yuliya herwiha got: “Li mala min ne pencere heye, ne gaz heye, ne ronayî heye. Di van mercan de ji derve avê tînin. Zarok avê tînin. Her şev xaniya me ji zerbeya bombeyan dilerize. Zarok her tim di nav tirsê de ne. Eger desthilatdaran dixwest arîşeyê xwe çareser bikin, bila bi aştîyane bikirana sûcê me, sucê sîvîlan çi bû?”
Vê gavê tevaya hewildana Yuliya, mîna hemû şêniyên sax mayî yên Mariupolê ew e, ku li ser piya bimînin û bi çar destî xwe bi jiyanê ve bigrin.