Li Sîngapurê parvekirina nûçeyê derew êdî sûc e
Hewlêr (Rûdaw) - Li Sîngapura welatê Asyaya Başûrê Rojhilat qanûna dibêje li ser înternet û medyaya civakî parvekirina nûçeyên derewîn sûc e hat qebûlkirin.
Li gor medyaya Sîngapurê, Meclisa Qanûndanînê wî welatî duh kom bû û Qanûna Manîpulasyon û Derewên Onlîne qebûl kir.
Li gor qanûnê, ji bo manîpulasyonê parvekirina nûçeyên derewîn sûc e û desthiltdarî dan hikûmetê ku bikaribe van tiştên derew bloke bike.
Parlamentoyê ligel 9 dengê "na"yê bi 72 deng "erê" qanûn qebûl kir, li gor qanûnê dê li kesên nûçeyên derewîn parve dikin heta 10 salan cezayê girtîgehê bibirin.
Dijbere û rêxistinên civaka sivîl dibêjin biryara tesbîtkirina derewbûn û rastbûna navenrokê bi destê hikûmetê berdane ji ber vê jî qanûnê rexne dikin.