Li Sîngapurê parvekirina nûçeyê derew êdî sûc e

09-05-2019
RÛDAW
Nîşan Sîngapur Nûçe Derew Yasa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Li Sîngapura welatê Asyaya Başûrê Rojhilat qanûna dibêje li ser înternet û medyaya civakî parvekirina nûçeyên derewîn sûc e hat qebûlkirin.

 

Li gor medyaya Sîngapurê, Meclisa Qanûndanînê wî welatî duh kom bû û Qanûna Manîpulasyon û Derewên Onlîne qebûl kir.

 

Li gor qanûnê, ji bo manîpulasyonê parvekirina nûçeyên derewîn sûc e û desthiltdarî dan hikûmetê ku bikaribe van tiştên derew bloke bike. 

 

Parlamentoyê ligel 9 dengê "na"yê bi 72 deng "erê" qanûn qebûl kir, li gor qanûnê dê li kesên nûçeyên derewîn parve dikin heta 10 salan cezayê girtîgehê bibirin.

 

Dijbere û rêxistinên civaka sivîl dibêjin biryara tesbîtkirina derewbûn û rastbûna navenrokê bi destê hikûmetê berdane ji ber vê jî qanûnê rexne dikin. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst