Keştiya Abraham Lincoln ber bi Kendavê ket rê

Hewlêr (Rûdaw) - Keştiya Cengê Abraham Lincoln ku keştiyeke firokehilgir e û hejmarek firokeyên bombeavêj hilgirtine ji Deryaya Yunanê ber bi Rojhilata Navîn û Kendavê ket rê.

 

Berê berpirsên Amerîkayê û di nav wan de Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton hişyarî dabûn Îranê ku şandin û bicîhkirina vê keştiyê li Kendavê peyameke zelal e bo Îranê û pêwîst e fam bike.

 

Berpirsên Amerîkayê herwiha hişyarî dane Îranê ku ne ew bi xwe û ne jî grûbên Îran piştgiriya wan dike êrîşê berjewendiyên Amerîka û hevpeymanên wê nekin.

 

Ev pêşhat di demekê de ne li beramber ceza û guşarên Amerîkayê, Îranê pêbendbûnên xwe li beramber rêkeftina etomî kêm kirine û gefa wê yekê dixwe ku piştî du mehên din asta meyandina uranyûmê bo asta berî rêkeftinê bilind dike.