Kuleba: Hêviya me ew e ku Lavrov bi nêrîna çareseriyê were

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derva yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba derbarê hevdîtina sibê ya li Tirkiyê bi Wezîrê Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov re were kirin de got, "Hêviya me ew e ku (Lavrov) ne bi nêrîna propagandayê, lê bi nêrîna çareseriyê were".

Wezîrê Derva yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba di peyameke videoyî de derbarê hevdîtina di mazûvaniya Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşgolu de li Antalyayê bi Wezîrê Karên Rûsyayê Sergey Lavrov ra were kirin de axivî.

Dmîtro Kuleba di vîdeoya weşand de diyar kir ku aliyê Ukraynayê li ser formata hevdîtinê dixebite.

Kuleba got bi ekîba xwe re amadehiyeke baş dike û wiha pê de çû: "Ji hevdîtinê hêviya min ew e ku kêm be jî teqez agirbest were pêkanîn, axa me were xilaskirin, pirsgirêkên welatiyên me werin çareserkirin. Em dê herî zêde li  ser van bisekinin. Êdî pirsgirêk ev nîne, felaketa ji destê artêşa Rûsyayê ye. Ez bi pozîsyoneke bihêz diçim van hevdîtinan."

Wezîrê Derva yê Ukraynayê destnîşan kir ku encama hevdîtinê bi tenê di destê Ukraynayê de nîne û got: “Lavrov dê gelo bi kîjan telîmat û dîrektîfan were, ev jî ji bo encamê girîng e. Hêviya me ew e ku ne bi nêrîna propagandayê, bi nêteke baş û çareseriyeke şerê Rûsyayê daye destpêkirin bidin sekinandin li mijarê binêre."

Kuleba herwiha ji welatiyan xwest ku bila ji bo hevdîtinê ji ekîba Ukraynayê re serkeftinê bixwazin û ew dê berjewendiyên neteweyî biparêze.