Li Meksîkayê qezayeke giran: 41 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Tabascoyê ya Meksîkayê di qezayekê de 41 kes mirin.
Otobuseke ku ji bajarê Cancunê ber bi eyaleta Tabascoyê ve diçû li kamyonekê xist.
Di qezayê de 2 şofêr û 39 rêwî, bi tevahî 41 kes mirin.
Li gorî nûçeya Reutersê, otobus bi tevahî şewitiye.
Rayedarên şirketa otobusê diyar kir ku di otobusê de 48 rêwî hebûn û lêkolîna li ser sedema qezayê berdewam dike.
Hikûmeta eyaleta Tabascoyê jî ragihand ku xebatên wan ên derbarê naskirina nasnameyên miriyan berdewam dikin.