Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê: Divê hêzên me li Sûriyeyê bimînin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand ku divê Amerîka hêzên xwe li Sûriyeyê bihêle.
Lloyd Austin di hevpeyvîneke xwe ya bi Ajansa Associated Pressê (AP) re ragihand ku hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê hîn pêwîst in.
Austin da zanîn ku bi taybetî ji bo parastina ewlehiya kampên Rojavayê Kurdistanê ku bi hezaran çekdarên berê yên DAIŞê li wan girtî ne pêwîstî bi hebûna hêzên Amerîkayê heye.
“Divê hêzên me bimînin”
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin got, “Divê hêzên me bimînin da ku rê li ber xurtbûna DAIŞê bê girtin.
Eger Sûriye neyê parastin, ez bawer dikim çekdarên DAIŞê dê vegerin.
Ez bawer dikim hîn hinek kar maye da ku em karibin zextê li ser DAIŞê bikin."
“Dibe ku HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bibe”
Lloyd Austin da zanîn nêrînên xwe yên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk wiha anîn zimên:
“HSD hevalbendeke me ya baş bû lê di xalekê de dibe ku HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bibe û piştre jî Sûriye dê hemû kampan kontrol bike û em hêvîdar in ku karibe wan biparêze.
Lê ji bo niha ez bawer dikim divê em berjewendiyên xwe biparêzin."
Li gorî texmînên herî nû yên berpirsên Rojavayî, di kampên li Rojavayê Kurdistanê de 8 heta 10 hezar çekdarên berê yên DAIŞê girtî ne ku 2 hezar ji wan "gelekî metirsîdar" tên dîtin.
Li hêla din, nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê hene.
Pentagonê berê ragihandibû ku tenê 900 leşkerên wan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hene lê piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, Amerîkayê bi awayê fermî eşkere kir ku hejmara hêzên wan ên li Sûriyeyê zêde bûye.